TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Swîsreyê, tirsa qeyrana enerjiyê peyda bû

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 tebax 2022 03:00

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên hikûmeta Swîsreyê ve bang li xelkê hat kirin ku ji ber hegera qeyrana enerjiyê û senaryoyên awarte, amadekarî bên kirin. 

Ji aliyê rayedaran ve hem hişyariya qutbûna elektrîkê hat kirin hem jî li hember senaryoyeke ku nayê xwestin, ji xelkê xwestin ku xwe amade bikin. Rayedarên hikûmetê bang li welatiyên xwe kir ku find û êzingan embar bikin lewra dê encamên nebaş werin jiyandin.

Serokê Yekîtiya Dîrektorên Polîsan ê Girêdayiyê Hikûmeta Federal a Edaleta Herêmî Frediy Fassler, bi navbeynkariya rojnameya Blinckê da zanîn ku dê ji ber kêmbûna enerjiyê, encamên bi bandor ên dorfireh çêbibin.

Fassler da zanîn ku di wê pêvajoya ku nayê xwestin de dê bikaranîna qertan, li ser înternetê kirina dan û stendinê û ji bankamatîkan kişandina pereyan dê ne pêkan be. Di dewama daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di nav hegeran de rawestina pergala germbûnê û tarîtiya kuçe û kolanan jî dê hebe. Hat zanîn ku dibe ev rewş rê li ber talanan jî veke.

Parve bike: