Cîhan
Li Til Temirê çeteyekî saneyên vesartî hat girtin
PeyamaKurd – Li Til Temirê çeteyekî şaneyên veşartî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîşê ve hat girtin.
Li gor Navenda Hevahengî û Operasyonên Hevbeş ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir, hêzên Asayîşê çeteyekî ku hêsankarî dikir, li gundê Ebû Tîna yê navçeya Til Temirê girt.
Navendê herwiha da zanîn, ev operasyon bi alîkariya asmanî ya Hêzên Koalîsyona Navdewletî pêk hatiye.