TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Tirkiyê cara ewil ji ber Covid-19ê kesek mir: Hejmara nexwesan bû 98

📅 18 adar 2020 13:44

PeyamaKurd - Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê Fahrettin Koca, ragihand ku, li Tirkiyê bo cara ewil kesek ji ber Koronavirûsê (Covid-19) miriye.

Wezîrê Tendirûstiyê yê Tirkiyê, Dr. Fahrettin Koca eşkere kir ku 98 kes jî tûşî wê nexweşîyê bûne û cara ewil kesekî tûşbûyî ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest daye.

Fahrettin Koca da zanîn ku ew kesê ji ber Covid-19ê miriye mêrekî 89 salî bûye û temasa wî bi xebatkarekî li Çînê re hebûye.

Koca herwiha da zanîn ku testa 51 kesên din pozîtîf derketiye û hejmara tûşbûbiyên wê nexweşiyê derketiye 98 kesan.

Hêjayî gotinê ye ku roja 8ê Adarê bo cara ewil hatibû ragihandin ku li Tirkiyê haletke tûşbûna bi Covid-19ê heye.

Parve bike: