TR KU SO
FB X
Cîhan

Li welatekî Afrîkayê rewsa awarte hate ragihandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 tebax 2023 23:03

PeyamaKurd - Piştî şer û pevçûnên li herêma Amhera ya Etiyopyayê yê di navbera artêş û komên çekdar de, rewşa awarte hate ragihandin.

Li gorî zanyariyan hikumeta federal a Etiyopyayê ji ber şerê di navbera artêşê û çekdarên herêmî de, rewşa awarte ragihandiye. Ev biryar piştî êrîşa çekdarên Fanu û hêzên Etiyopyayê de hatiye dayîn ku ew êrîş bûye sedema krîzeke mezin a ewlehiyê li Etiyopyayê.

Ofîsa Serokwezîrê Etiyopyayê Ebî Ehmed bi daxuyaniyekê rewşa awarte ragihand lê eşkere nekir ka rewşa awarte tenê li Amherayê yan li tevahiya welat hatiye ragihandin.

Parve bike: