TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Xezzeyê di êrîsan de 2 personelên Wezareta Tenduristiyê mirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 hezîran 2024 13:49

PeyamaKurd – Di êrîşa ku li Şerîda Xezzeyê navendeke tenduristiyê kir hedef, 2 personelên Filistînî yên Wezareta Tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê rêxistina parastina sivîl a li Xezzeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê duh li navenda Şerîda Xezzeyê klînîkek kir hedef.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 xebatkarên Wezareta Tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Ji 7ê cotmehê heta niha 37 hezar û 598 kes di êrîşên li ser Şerîda Xezzeyê de mirin û 86 hezar û 32 kes jî birîndar bûn.

 
Parve bike: