TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Yemenê Hûsî êrîsê erebeyeka sîvîl kirin: 8 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 09 cotmeh 2022 04:00

PeyamaKurd – Li Yemenê Hûsiyên bi desteka Îranê li bajarê Taîzê êrîşê erebeyeka sîvîl kirin û di encamê de 8 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina cîgirê serokê Beşa Rêberiya Taîzê Abdulbasit el-Bahr; Hûsiyan erebeyekî Toyota Hiluxê li devera Şemirê bi balafirekî bêajotvan kiriye hedefa xwe. Di wexta erebe di rê de diçû, êrîş hatiye kirin û 8 kes birîndar bûne û ji birîndaran rewşa 3 kesan girane.

Li ser bûyerê heya niha Hûsî ti ragihandinekî nekirine. 6 keh bû di navbera hukumeta Yemenê û Hûsiyan de agirbes hebû lê çend roj berê agirbes ji aliyê Hûsiyan de xerab bû.

Parve bike: