Li Yemenê ji ber kolerayê rewsa awarte hat ragihandin
PeyamaKurd - Li Yemenê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de bi mebesta têkoşîna li dijî nexweşiya kolerayê rewşa awarte hat ragihandin.
Wezîrê Tenduristiyê yê Yemenê Taha el-Mutevekkil ragihand ku bi bi mebesta têkoşîna li dijî nexweşiya şewba kolerayê rewşa awarte hatiye ragihandin.
Şemiya borî dîsa di çarçoveya têkoşîna li dijî kolerayê da Hûsiyan biryar dabû ku kantînê hemû dibistanên li Sanayê bên girtin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku demek berê ji aliyê Dîrektorê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur a UNICEFê Geert Cappelaere û Midûrê Herêma Deryaya Spî ya Rojhilatê Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (RTC) Ahmed el-Manzurî ve hatibû belavkirin de hatibû destnîşankirin ku ji destpêka 2019an vir ve li Yemenê bûyerên kolerayê bi rêjeyeke bilind zêde dibin û heta 17ê adarê 109 hezar bûyerên kolerayê hatine tomarkirin û herweha 190 kes jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.