TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron operasyona leskerî li dijî 'coronavîrusê' da destpêkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 adar 2020 20:17

PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ber nexweşxaneya leşkerî ya meydanî li bajarê Moloz a li bakur rojhilatê Fransayê ragihand ku wî biryara operasyona berxwedana dijî vîrusa koronayê daye destpêkirin.

Macron got: "Piştî şêwiriya bi wezîrê artêşan Florence Barley re min biryara destpêkirina Operasyona berxwedanê da. Ev operasyon wê ji Operasyona Santinel cudatir be. Armanca wê jî alîkariya hemwelatiyan li ser astên tenduristî û lojistîk e."

Macron da xuyakirin: "Niha helîkoperek ji cureya  Mistral li okyanosa Hindî heye. Em ê hîlîkopterek din ji cureya Mistral di meha Nîsanê de bişînin giravên Antilles û Guyan ji bo ku alîkariya kantonên li paş deryayan ên girêdayî Fransa bikin."

Macron banga `Yekitiyê` kir û got: "Dem ji nakokî û parçebûnê re ne guncaw e."

Wezareta tenduristiyê ya Fransayê 25ê Adarê ragihand ku hejmara mirinên ji vîrûsa korona li gihîştiye hezar û 331 kesan û 25 hezar û 233 kesên din jî bi vîrûsê ketine.

Parve bike: