TR KU SO
FB X
Cîhan

Mahmûd Abbas: Hamas nûnertiya gelê Filistînê nake!

Leyla Denli
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2023 13:36

PeyamaKurd – Serokê Filistînê Mahmûd Abbas bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi telefonê axivî.

Abbas ji Maduro re amaje bi vekirina korîdora însanî ya lezgîn ji bo Şerîda Gazzeyê, girîngiya dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê û belavkirina avê kir.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA, Abbas di hevdîtinê de diyar kir, tekane nûnerê rewa yê gelê Filistînê PLO ye û Hamas jî nûnertiya gel nake.

Di hevdîtinê de Abbas tekez kir, her du alî tundiya li dijî sivîlan red dikin û diyar kir, ew jî dixwazin kesên dîl bên berdan.

Parve bike: