Mala Çavdêriya Mafê Mirovan ya li Sûriyê ragihand
Mala Çavdêriya Mafê Mirovan ya li Sûriyê ragihand ku hêzên dewletê êrîş birine ser Xûta ya Rojhilat û di encamê de 77 kesên sîvîl mirine.
Navenda Mala Çavdêriya Mafê Mirovan ya li Sûriyê ku navenda wê Londra ye ragihand ku do di êrîşên hêzên hewayî yên rejîmê de 77 kes mirine ku 20 ji wan zarokin. Di nûçeyê de hat behskirin ku bi roket û topan êrîş çûye ser deverê û herî kêm 300 kes jî birîndar bûne. Roja yekşemê jî 6 roket li nava taxa Xûtayê ketibûn.
Serokê rêxistinê ya beşa Sûriyê Ramî Abdul Rahman got ku hukumet xwe amade dike da êrîşeka berfireh bibe ser Xûtayê. Xelkê Xûtayê ji tirsa xwe di bodroman de vedişêrin.
Li Xûtayê dever di bin destê muxalifên Esad de ye tê gotin ku Xûta Rojhilat di destê Hayat û Tehrîr El Şam de ye ku her dû jî partiyên îslamîne.