Cîhan
Medvedev: Mafê Rûsya heye ku xwe biparêze
PeyamaKurd – Cîgirê Sekreterê Civata Ewlekariya Rûsyayê Dmitry Medvedev diyar kir, di bin hin şert û mercan de, dorpêçên dijî Moskowê dibe ku wek kiryareke êrîşkar û rewakirina şer were dîtin.
Medvedev di eşkere kir û got: “Ez careke din dixwazim bal bikşînim ku di bin hin şert û mercan de ev pîvanên dijminane jî dibe ku wek kiryareke êrîşkarîyeke navneteweyî werin nirxandin û heta sedema şer.”
Medvedev di berdewamiyê de destnîşan kir, mafê Rûsya heye ku xwe biparêze.