Cîhan
Mevlut Çavusoglu bi Antony Blinken re axifî
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re axifî. Çavuşoğlu bi sedema destpêkirina karê Blinken weka wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê nû wî pîroz kir.
Di hevdîtinan de weka her carê li ser mijara Sûriyê, FETÖ, PKK/PYD, têkoşîna bi terorê re, mijara S-400 an, Rojhilatê Derya Sipî û mijarên weka wan axifîn.
Her dû alî lihev kirin da ji hevre rêz bigrin û diyalogeka dostane bipêşbixin. Her dû wezîr lihev kirin ku di pêşde li ser mijarên di rojevê de bi hûrayî li ser wan biaxifin.