TR KU SO
FB X
Cîhan

Mike Pence ji namzediya seroktiya Amerîkayê vekisiya

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2023 20:36

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Amerîka yê berê û senatorê Komarî Mike Pence ragihand ku ew ji namzediya Partîya Komarî ya seroktiya Amerîka bo hilbijartinên 2024an vekişiya ye.

Pence li bajarê Las Vegasê di civîna hevpeymaniya Cihûyan a Komarî de, derbarê hilbijartinên seroktiyê de daxuyanî dan û got, ew dê pêşbirka namzediya seroktiyê berdewam neke.

Pence got: "Piştî ku demeke dirêj li ser fikirîm, min biryar da ku ji îro pê de dawiyê li kampanyaya xwe ya seroktiyê bînim.”

Herwiha Pence diyar kir ku ew qet ne poşman e.

Li gorî rapirsiyeke meha Tebaxa borî derketibû holê ku Pence tenê dikare dengên ji sedî 28ê welatiyên Amerîkî bistîne.

Parve bike: