Cîhan
Mînîbusa tûrîstan wergeriya: 24 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Derya Reş li bajarê Rîzeyê mînîbusa ku tûrîstan hildigirt, piştî li dîwarê ji xweliyê xist wergeriya ser alava ku kabîna wê cotin û di encamê de 24 kes birîndar bûn. Bi bandora wergeryanê, her 23 tûrîstên biyanî yên di mînîbusê de bûn, birîndar bûn û ajotvan di ciyê xwe de asê ma.
Tîmên tendursitiyê birîndaran birin nexweşxanên der û dorê. Ajotvanê ku di alavê de asê mabû ji aliyê tîmên îtfaiyê de hat derxistin.
Di van rojên dawiyê de jimara qezayan zêde dibin û ti roj tine ku bê qeza derbas bibe.