TR KU SO
FB X
Cîhan

Muqteda Sedir, rexne li Dadgeha Federal a Iraqê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 gulan 2022 20:01

PeyamaKurd-Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir;  îro gotareke bi vîdeo belav kir û bi rêya vê gotarê, rexne li Dadgeha Federal a Iraqê kir. Sedir got, ‘Biryarên Dadgeha Federal, siyasî ne.’

Muqteda Sedir, bi rêya vîdeoyê  diyar kir ku Iraq venagere ji bo dema beşkirinê û ji sisiyan yek ên rêgir, nahêlin ku hikûmeta nû were damezirandin. Sedir got, “ Hezar caran naxêr! Em li gel we rêk nakevin.” Muqteda Sedir da zanîn ku xirabkarî gihîştiye asteke wisa ku rêgiriyê li berjewendiyên xelkê dike û piraniya siyasetmedarên Iraqê bûne nimûneya gendeliyê û xelkê Iraqê jî ji ber hejariyê dinale.

Parve bike: