Cîhan
'Mûsil di xeterê de ye, saneyên razayî siyar dibin'
PeyamaKurd - Serokê Tevgera Sedr li Iraqê Muqteda es-Sedr ragihand ku bajarê Mûsilê ku salek û nîv berê ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin niha dîsa di xeteriyê de ye.
Sedr li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyakirin, DAIŞ ji nû ve ketiye nav liv û tevgerê û şaneyên xwe yên razayî şiyar dike.
Sedr bangewaziya parastina Mûsilê ji êrîşên terorîstî kir û got, “Mûsilê biparêzin”.
Sedr herwiha diyar kir ku li Mûsilê gendelî jî zêde bûye.