TR KU SO
FB X
Cîhan

Nadya Mûrad çi jê xwest, Çavusoglu çi got?

Salih Turan
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2018 16:16

PeyamaKurd - Hevdîtina keça Kurd a Êzidî, Qasida Niyetpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Xelatgira Nobela Aştiyê Nadiya Murad û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu deng veda.

Nadya Murad li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê hevdîtinê de ragihand ku wê daxwaza rawestandina bombardimana li ser Şingalê kiriye û got, “Ji bo dawîanîna bombardimana ser Şingalê pêwîste Tirkiye û Iraq çareyekê bibînin. Em dixwazin DAIŞ bê tunekirin û Êzidî vegerin ser malên xwe.”

Çavuşoglu jî li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku ew di hevdîtina ligel Nadya Murad de, li ser rewşa êzidiyan axivîne û got, “PKK/PYD/YPG zilma xwe ya li ser Suryanî, Kurd û hemû xelkê Sûriyê berdewam dike.”

Li ser medya civakî gelek Kurdan rexne li Nadya Murad kir ku digel Çavuşoglu civiyaye û hinek kesên beşdarî vê nîqaşê bûn jî gotin ku di hevdîtinê de her kesî daxwaziyên xwe anîne ziman.

Parve bike: