NATO bi 20 welatan û 10 hezar leskeran tetbîqatê dike
PeyamaKurd – NATO bi 20 dewletên hevkarên xwe ve bi tevlîbûna 10 hezar leşkeran tetbîqata bi navê "Steadfast Defender 2021" çêdike. Li gor ragihandina NATO yê; di tetbîqatê de, di beşa deryayê de 5 hezar leşker, keştiyeka balafiran ya Brîtanyayê, 20 keştî û li dora 40 hezar balafirên şer hene.
Ji baregeha li Almanyayê ya li bajarê Ulmê 300 leşker tevlî dibin, di beşa tetbîqatê ya li Romanya de ya bejayiyê 4 hezar leşker û 600 alavên leşkerî tevlî dibin.
Armanca tetbîqatê bo hevkar karibin bi hevre tevbigerin û şiyanên xwe lihevhatî bikin. Ji Awrûpayê Fînlandiya û Îsweç jî tevlî tetbîqatê dibin. Hat ragihandin ku dê tetbîqat heya meha hezîranê dewam bike û Tirkiyê di tetbîqatê de serpereştiya hêza VJTF dike.
Di tetbîqatê de bo NATO karibe bi hevre bersiva êrîşan bidin û di mijarê de xwe pêşde bibin, yekîneyên NATO yê yên ku jimara wan herî zêdene hene, ekîpmanên leşkerî û alavên temamkirinê yên giştiya Atlantîkê û bi wan ve dê şiyana sewqê bê testkirin.