TR KU SO
FB X
Cîhan

NATO perwerdeya li Iraqê zêdetir dike

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 hezîran 2020 01:10

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg di civîna wezîrên karên derve ya dewletên koalisyona li dijî DEAŞê de axaftinekî kir. Stoltenberg di axaftina xwe de got ku ew amade ne bêhtir alîkariyê bidin têkoşîna li dijî terorê û weha dewam kir:

“Me li dijî DEAŞ ê gelek tiştan bidest xistiye. DEAŞ temamê axa di destê xwe de berda lê tehdîda terorê dewam dike. Em amade ne bo dewama têkoşîna li dijî terorê û em dixwazin zêde bikin. NATO biryarê da ku mîsyona xwe ya li Iraqê zêde bike. Me berê karê xwe yê li Iraqê bi sedema Kovid-19 ê berdabû.”

Stoltenberg got ku wan li ser xebitîne bê çawa dikarin di Rojhilata Navîn de roleka mezintir bigrin ser milên xwe. Her weha dest pêkirine ku kapasîte û xebatên xwe bipêş de bibin û hedefa wan ew e ku destekê bidin hêzên ewlekariyê yên Iraqê, li Iraqê aramiyê bidest bixin û pêşî li DEAŞê bigrin.

Parve bike: