Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê bi daxuyaniyekê encama serê 24 saetên dawî li bajarokê Baxozrê eskere kir..
PeyamaKurd - Di nava 24 saetên dawî de li Baxozê 32 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin..
4 ji wan emîrên DAIŞ’ê ne..
Her wiha hejmareke zêde ji çek û cebilxaneyê ket destê şervanên HSDê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê bi daxuyaniyekê encama şerê 24 saetên dawî li bajarokê Baxozrê eşkere kir.
Navendê diyar kir ku şervanên wan li herêma teng a Baxozê derbên mirinê li çeteyan dane û ev agahî parve kir:
Şervanên me li Baxozê ji bo tinekirina DAIŞ’ê di nava şerekî giran de ne.
Doh ji gelek baskan ve şervan pêşde çûn û derbên giran li çeteyan dan.
Dema pêşdeçûyînê, şervanekî me ku beriya 2 rojan wenda bibû bi awayekî birîndarî hate dîtin.
Li gorî vê encama şerê 24 saetên dawî wiha ye:
32 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Di nava kuştiyan de 4 serçete “emîr” hene. Çek û cebilxaneya ku ket destê şervanan jî ev in:
Navenda ragihandinê ya HSDê diyar kir ku şervanên wan erebeyeke eskerî ya çeteyan jî teqandine..
Li gorî daxuyaniyê di şerê 24 saetên dawî de tenê şervaneke HSDê birîndar bûye.