TR KU SO
FB X
Cîhan

Netewên Yekbûyî li ser Efrînê raporek wesand!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 12 îlon 2018 18:01

PeyamaKurd- Netewên Yekbûyî (NY) li ser rewşa Sûriyê rapora xwe ya dawî weşand û got ku Tirkiye li Efrînê li gorî huqûqa navnetewî nemeşiye.

Di raporê de li ser êrîşên bejî û hewayî yê li dijî Efrînê, hate sekinîn û hat ragihandin ku li Efrînê avahiyeke nexweşxaneyê, bazarek û hinek xaniyên sivîlan hatine hedefgirtin. Artêşa Tirkiyê di 20ê çileyê de li dijî Efrînê operasyon daye destpêkirin û tedbîrên hewce hemî nestandine û li gorî huqûqa navnetewî nemeşiye.

Di raporê de hat ragihandin ku opozîsyona Sûriyê jî binçavkirin û girtinên keyfî zêde kirine.

NY di ropora xwe de li ser êrîşên çekên kîmyewî jî sekinî û îdda kir ku li Xuta û Idlibê 3 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Parve bike: