TR KU SO
FB X
Cîhan

Neteweyên Yekbûyî hejmara dawî ya penaberên Ûkraynayê eskere kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 adar 2022 00:39

PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Penaberan li NY hejmara dawî ya welatiyên ji ber şer ji Ûkraynayê koçî welatên din kirine eşkere kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 24ê Sibatê destpêkirina êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê heta 6ê Adara 2022yan, bi qasî 1 milyon û 735 hezar û 68 kes ji Ûkraynayê penaberî welatên cîran bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku zêdetirî nîvê wê hejmarê derbasî welatê cîran Polonyayê bûne û yên mayî jî çûne welatên din ên Ewropayê.

Parve bike: