TR KU SO
FB X
Cîhan

Nêzî peravên Lîbyayê cesedên 15 koçberan hat dîtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2020 02:15

PeyamaKurd – Rêxistina Koçberiyê ya Navdewletî IOM di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihand ku duhî li rojavayê Lîbyayê li qerexê bajarê Sûbratayê cesedên 15 koçberan hatiye dîtin. 5 kesên ku di tekneyan de bûn ji aliyê masîgiran de hatin rizgarkirin û wan derxistin qerexê.

Li aliyê dinê yekîneyên Peravê yên Lîbyayê ji 70 koçberan zêdetir li Derya Sipî girtine û birine Lîbyayê û ji Lîbyayê şandine Tirkiyê.

Parve bike: