Nîjerya: Hejmara kesên fetisîn, gihîst 76an
PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkiya Serokatiya Nîjeryayê ve bi rêya daxuyaniyekê hat ragihandin ku hejmara kesên di keştiya rêwiyan a noqî avê bûbû de fetisîne, gihîştiye 76an.
Berdevkê Serokatiya Dewleta Nijeryayê Garba Shehu, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku di bûyera noqaviyê ya di 7ê Cotmehê de qewimîbû de hejmara kesên ku di keştiyê de bûne nêzîkî 85an bûye û hejmara miriyan jî gihîştiye 76an.
Shehu da zanîn ku xebatên lêgerîna kesên wenda hîn jî berdewam dikin û Serokê Dewleta Nijeryayê Muhammed Buharî jî ferman daye beşên lezgîn ku pêşî li qeza û bûyerên bi vî rengî bên girtin.
Hat ragihandin ku li Nîjeryayê, ji ber guherîna demsala barînê, her dem qezayên bi vî rengî çêdibin û ji meha gulanê û heta niha di lehiyan de nêzîkî 500 kesan can dane.
Her wiha ji aliyê pisporên hawirdorê ve jî hişyarî tê kirin ku ji ber guherîna avhewayê, 53 milyon kes bi xeteriya lehiyan rû bi rû ne.