Cîhan
Nîjerya: Me 23 endamên Boko Haramê kust
PeyamaKurd – Rêvebirê operasyonên medyayê yê wezareta Nîjeryayê Edward Buba ragihand ku operasyonên artêşê yên ser rêxistina Boko Haramê dewam dikin. Buba got ku di operasyona eyaleta Borno de 23 endamên rêxistinê kuştine, 41 kesan rizgar kirine û gelek jî muhîmmatan xistine dest. Buba her weha got ku gelek endamên rêxistinê birîndar reviyane.
Boko Haram ji salên 2000 û heya niha li Nîjeryayê gelek êrîşan kiriye û bizavên wan heya dewleta Çad û Kamerûnê belav bûne.