TR KU SO
FB X
Cîhan

NY ji bo rêveberiya demkî ya Libyayê navên 45 kesan ragihand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2021 17:52

PeyamaKurd - Şanda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Libyayê, ji bo avakirina rêveberiya demkî ya Libyayê ji herdu aliyên heta niha şerê hev dikirin, lîsteya navên namzetên encûmena serokatiyê ku ji 45 kesan pêk tê, ragihand.

Hat diyarkirin ku ji bo erkdariya serokwezîran 24 kesan navên xwe tomar kirine ku Selahettîn El-Nemrûş, Xalid El-Meşrî û Aqîla Salih di nav de ne.

Di heman demê de lîsteya namzetên ji bo serokatiya wezîran 21 nav hatine diyarkirin ku Ehmed Miêtîq û Fethî Başaxa di nav de ne. 

Namzetan soz da ku ew ê rêzê ji nexşeya rê re bigirin ku di komxebata diyalogên siyasî ya Libyayê de hatiye nîşandan.

Hat ragihandin ku ji bo dengdayîna li ser rêveberiya demkî ya yekbûyî, komxebata diyalogên siyasî ya Libyayê bi beşdarbûna hemû endamên di navbera 1-5ê Sibatê de, li Siwîsreyê civînan li dar bixe.

Parve bike: