NYT: Amerîkayê dest bi vekişandina leşkerên xwe ji baregehên Kendavê kir
PeyamaKurd – Rojnameya navdar a Amerîkî New York Timesê (NYT) ragihand ku artêşa Amerîkayê dest bi veguhestin û tehliyekirina bi sedan leşkerên xwe yên ji baregehên girîng ên li Rojhilata Navîn kiriye.
Li gorî agahiyên ku karbidestên Wezareta Parastinê (Pentagon) dane çapemeniyê, bi sedan leşker ji Baregeha Hewayî ya El-Udeyd a li Qeterê hatine derxistin. Herwiha hat eşkerekirin ku li baregehên Behreynê jî, ku navenda Flota 5emîn a Hêzên Deryayî ye, veguhestinên qismî û liv û tevgerên neasayî yên leşkerî pêk hatine.
Ev tevgera leşkerî di demekê de ye ku danûstandinên nerasterast ên li ser bernameya nukleerî di navbera Washington û Tehranê de berdewam dikin. Rêveberiya Donald Trump ji bo amadekariya êrîşeke mihtemel a leşkerî, dest bi guhertina cihê hêzên xwe kiriye da ku wan ji xetereya mihtemel dûr bixe yan jî li nuqteyên stratejîk bi cih bike.
Li gorî daneyên îstîxbarata çavkaniya vekirî, di hefteya borî de zêdetirî 100 balafirên leşkerî yên Amerîkî li Ewropa û Rojhilata Navîn hatine bicihkirin û guhertinên giring di planên tetbîqatên NATOyê de hatine kirin.
Hêza deryayî ya Amerîkayê jî bi keştiyên balafirhilgir ên USS Abraham Lincoln û USS Gerald R. Ford, ku zêdetirî 120 balafirên şer hildigirin, li herêmê di amadebaşiyê de ye. Tê texmînkirin ku bi giştî envantera CENTCOM û EUCOMê zêdetirî 300 balafirên şer û tankerên sotemeniyê li xwe digire. Serokê Amerîkayê Donald Trump di Foruma Aştiyê ya Xezzeyê de bal kişand ser vê rewşa krîtîk û diyar kir ku pêvajoya bi Îranê re dê di nav 10 rojan de zelal bibe.
Trump hişyarî da ku divê bi Tehranê re rêkeftinek were kirin, nexwe dê "tiştên xirab" biqewimin, ku ev yek nîşan dide vekişandina leşkeran ji baregehên nêzîkî Îranê dibe ku amadekariyek ji bo qonaxeke nû ya şer be.