TR KU SO
FB X
Cîhan

NYT: Îranê bi rêyên qaçaxî Serîaya Rojava tije çek kiriye

Hevi Turan
Nivîskar
📅 11 nîsan 2024 22:39

PeyamaKurd- Rojnameya New York Times a Amerîkayê, îdia kir ku Îranê Şerîaya Rojava bi çekan tije kiriye û sewqiyat jî berdewam dike.

 NYTê bi zarê rayedarên Amerîkî, Îranî û Îsraîlî yên ku nexwestine nasnameyên wan bên parvekirin daye xuyakirin, rêveberiya Tehranê ev 2 sal in bi awayekî zêde çekan dişîne Şerîaya Rojava.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku piraniya çekan bi rêya Iraq, Sûriye, Lubnan, Urdun û Îsraîlê gihandine Şerîaya Rojava.

Hate îdiakirin ku di operasyonan de qaçaxçiyên Bedewî yên ku çek ji sînorê Urdunê dibirin Îsraîlê roleke sereke lîstine.

Hatiye bibîrxistin ku di rêya yekem de ku di qaçaxçîtiyê de tê bikaranîn, milîsên bi piştevaniya Îranê ji Sûriyê çekan dibin Urdunê.

Rêya duyemîn jî di ser Sûriye û Lubnanê re derbas dibe. Çekên ku radestî Lubnanê têne kirin, ji aliyê çeteyên cuda ve bi qaçaxî derbasî Îsraîlê dibin.

Parve bike: