Cîhan
Otobusa saredariyê wergeriya: 14 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Ankara li navça Yenimahalle otobusa şaredariyê (EGO) wergeriya û di encamê de 14 kes birîndar bûn. Gelek tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Otobus ji ser rêya xwe derket û çû li aliyê dinê li erebeyan ket.
Li gor ragihandina parêzgehê 14 kes birîndar bûne û li nexweşxaneyên cuca tên dermankirin. Birîndarên giran û mirî tine ne.