TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamena Iraqê îro ji bo dengdana kabîneya Elawî dicive

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 adar 2020 15:48

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê îro Yekşemê 1ê Adara 2020an ji bo dengdana li ser kabîneya serokwezîrê raspartî Mihemed Tewfîq Elawî dicive.

Piştî serneketina civîna Pêncşema borî ku ji ber beşdariya kêm rêjeya yasayî temam nebû û civîn hat paşxistin, Parlamena Iraqê îro Yekşemê li demjimêr 13:00 car din ji bo dengdana bawerîdana kabîneya Mihemed Elawî dicive.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha aliyê Kurd û sûne ji kabîneya Elawî ya amade kiriye nerazî ne û dibe di dengdanê de yan beşdarî nekin yan jî dengên nexêr bikar bînin.

Pisporên yasayî dibêjin, heger kabîneya Elawî îro jî baweriyê ji parlamenê nestîne, dê erka raspartina serokwezîriyê jê bê standin.

Parve bike: