TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamentarê berê yê HDPê Ferhat Encu hat berdan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 14 hezîran 2019 18:02

PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ku bi hinceta endamtî û propangandaya ‘rêxistina terorê’ ji 17ê Sibata 2017an ve girtîbû, îro hat berdan.

Encu bi doza Robozkê tê zanîn û ew jî wekî parlamentarên din ên HDPê di 4ê Mijdara 2016an  de hatibû girtin û piştî ku 15ê Sibatê  hatibû tehliyekirin car din biryara girtina wî hatibû derxistin û ji 17ê Sibata 2017an ve li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê girtî bû.

Endamên malbata Ferhat Encu di komkujiya Robozkê ya 28ê Berfanbara 2011an de can dabûn û ew bi xwe jî bi hewlên xwe yên bo ronîkirina doza Robozkê tê zanîn.

Agahiya tehliyekirina Ferhat Encu li ser medya civakî hat belav kirin.

Parve bike: