Cîhan
Parlamentarekî Îranê 3 milyon dolar xelat ji bo kustina Trump danî!
PeyamaKurd - Parlementerekî Îranê Ehmed Hemze, ji bo kuştina serokê Amerîka Donald Trump ku bi fermana wî Qasim Silêmanî hatibû kuştin, xelata 3 milyon dolaran danî.
Parlementerê Îranê û nûnerê bajarê Kehnûc yê Îranê ku girêdayî parêzgeha Kirmanê ye, Ehmed Hemze îro di civîna parlementoyê de ragihand ku ew dê 3 milyon dolar bide her çi kesê ku Serokê Amerîka Donald Trump bikuje û tola Qasim Silêmanî hilîne.
Ehmed Hemze bang li hikûmet û artêşa Îranê jî kir ku moşekên bihêztir û “der asayî” çêbikin û got, heger Îran xwediyê çekên atomî bûya rastî êrîş û tehdîdan nedihat.