Parlamentoya Ewropayê li ser Rojava civiya: Cîhadîzma di kincên fermî de ne kêmtir kujer e
PeyamaKurd – Civîna Giştî ya Parlamentoya Ewropayê (PE) li bajarê Strasbourgê, rûniştineke taybet li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên hêzên Şamê li dar xist.
Di rûniştinê de rakirina dorpêça li ser Kobaniyê, agirbesteke mayînde û “naskirina statuya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê” daxwazên sereke bûn.
Gelek parlamenteran tekez kir ku sîstema federal ji bo Sûriyeyê “vebijarkeke realîst” e.
Di nîqaşan de peyamên tund arasteyî hikûmeta nû ya Şamê hatin kirin. Dubravka Šuica li ser navê Komîsyona Ewropayê ragihand ku heta mafên mirovan neyên parastin “yek euro jî nayê veguhastin bo Sûriyeyê”.
Parlamenterê Alman Martin Schirdewan bi gotina “cîhadîzma di kincên fermî de jî ne kêmtir kujer e” bal kişand ser paşxaneya Ehmed Şera û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan da.
Her wiha parlamentera Swêdî Ebîr El-Sehlanî bi cilên gelêrî yên Kurdî derket ser dikê û bang li Ewropayê kir da ku li hemberî Kurdên ku “azadiya Ewropayê li dijî DAIŞê parastin” wefadar be.