Cîhan
Parlementoya Iraqê daxwaza qedexeya derketina derve kir
PeyamaKurd – Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, Parlementoya Iraqê daxwaza ragihandina qedexeya derketina derve bo heta du hefteyan kir.
Li gor Berdevkê Komîsyona Krîzan ya Parlementoya Iraqê Falih Ziyadî ragihandiye, vîrusa Koronayê li Iraqê gelekî zêde belav bûye û rewş metirsîdar bûye.
Falih Ziyadî her wiha gotiye, ji ber wê jî komîsyona tenduristiyê daxwaza ragihandina qedexeya derketina derve bo heta 14 rojan kiriye.
Heta niha li Iraqê 67 hezar û 442 kes bi Koronayê ketine û 2 hezar û 779 kes jî pê can dane.