TR KU SO
FB X
Cîhan

Pegasus dest bi seferên Almanya dike

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 11 hezîran 2020 04:21

PeyamaKurd- Şîrketa Rêyên Hewayî Pegasus a Tirkiyê bi Almanya dest bi seferên xwe yên derve dike. Bi sedema Kovid-19 ê heya niha sefer rawestiyabûn. Sefer di 13 ê hezîranê de, ji balafirgeha Sabiha Gökçen dest pêdikin. Bo Pegasus karibe sefer bike Almanyayê, şertên Almanya hene. Şertên Almanya Ev in:

-Hemwelatiyên Almanya, yên îqama wan li Almanya hene û kesên ku piştî 17 ê adarê 2020an xwediyê vîze ya tîpa C û D bin.

- Kesên di karên derman, keştiyan, karmendên demsalî, yên zîraî, medya û metalê de dixebitin. Lê divê ne cara ewilî be ku daxilî Almanya dibe.

-Bo seredana malbatan an bo tûrîzmê kesên ku xwediyên pasaportên Grî an keskin nayên qebûlkirin.

-Kesên ku herin Almanya, divê 14 roj di malên xwe de di karantînayê de bimînin.

Kesên ku ji Almanya werin Tirkiye bo wan şert hene û ew şert jî ev in:

-Hemwelatiyên Tirkiyê, kesên xwediyên kartên şîn, kesên ku îzna îqama wan li Tirkiyê hene, Kesên biyanî ku bi hemwelatiyên Tirkiyê re zewicandîne û li Tirkiyê îqame dikin, wê cuzdanê zewacê an qeydiya xwe ya nûfûsê îbraz bikin. Kesên ku zaroken wan hebin, divê belgeya zarokan nîşan bidin. Kesên ku werin Tirkiyê, divê 14 roj di malên xwe de di karantînayê de bimînin.

Parve bike: