Peymana veşartî ya 500 milyon euroyî: Rûsya sîstema parastina Îranê nû dike
PeyamaKurd – Li gorî raporeke taybet a Financial Timesê, Îranê peymaneke çekan a nepenî bi bihayê 495 milyon euro bi Rûsyayê re îmze kiriye. Ev peymana ku di Kanûna Pêşîn de li Moskowê hatiye mohrkirin, armanc dike ku tora parastina asmanî ya Îranê ya ku di şerê par ê bi Îsraîlê re zirar dîtibû, ji nû ve ava bike.
Di çarçoveya vê rêkeftinê de, Rûsya dê di navbera salên 2027 û 2029an de bi hezaran mûşekên parastina hewayî yên pêşketî radestî Tehranê bike. Tê gotin ku ev gav ji bo sererastkirina têkiliyên her du welatan hatiye avêtin, piştî ku Moskowê di krîzên dawî de nekarî alîkariyeke bandor bide hevalbendê xwe yê Rojhilata Navîn.
Naveroka peymanê 500 yekîneyên avêtina sîstema "Verba" û 2500 mûşekên "9M336" dihewîne ku wekî yek ji pergalên herî nûjen ên Rûsyayê tên qebûlkirin. Sîstema Verbayê bi rêya înfrared tê birêvebirin û bi taybetî li dijî moşekên krûz, dron (UAV) û balafirên ku nizm difirin tê bikaranîn.
Ev sîstem ji ber ku sivik e û dikare ji aliyê tîmên mobîl ve werr hilgirtin, pêwîstiya wî bi radarên mezin û sabît tune ye; ev yek jî rê dide Îranê ku li dijî êrîşên hewayî xeteke parastinê ya belavkirî û dijwar ava bike.
Ev peyman di demekê de derket holê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi gefên leşkerî û hêzeke mezin a deryayî li ser sînorên Îranê amade ye. Her çend pispor dibêjin ev sîstemên piçûk nikarin serdestiya asmanî ya Amerîka an Îsraîlê bi temamî bişikînin, lê dê rîska operasyonên hewayî pir zêde bikin û şerekî potansiyel dirêj bikin.
Ji aliyê din ve, zêdebûna geştên balafirên barhilgir ên Rûsî di navbera Qefqasya û Îranê de nîşan dide ku dibe ku hinek ji van çekan berê gihîştibin destê Tehranê, tevî ku radestkirina fermî ji bo salên pêş hatiye plankirin.