TR KU SO
FB X
Cîhan

Pirsgirêka Myanmarê çareser nabe: Neteweyên Yekgirtî Julie Bishop kir nûnerê taybet

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 nîsan 2024 23:39

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, ji bo Myanmarê Julie Bishopê kir nûnerê xwe yê taybet. Si sala 2021an de artêşê dest danîbû ser rêvebiriya Myanmarê û heya niha ji ser desthilatê ranabe.

Heya niha nûnertiya Guterres ya li Myanmarê ji aliyê Noeleen Heyzer de dihat meşandin. Bishop di navbera salên 2013-2018an de wezîra karên derve ya Avûstralya bû û sekreterê giştî yê NY Guterres ragihand ku ew bawere Bishop di seha Myanmarê de biser bikeve.

Parve bike: