TR KU SO
FB X
Cîhan

Pistî pesendkirina plana operasyonê Îsraîlê êrîsî Lubnanê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 hezîran 2024 20:04

PeyamaKurd - Piştî pesendkirina plana Hêzên Çekdar ên Îsraîlê ya operasyonê bi ser Lubnanê de, balafirên artêşa Îsraîlê îro 19ê Hezîranê piştî nîvro li başûrê Lubnanê êrîşên asmanî pêk anîn.

Li gorî zanyariyan, balafirên şer û balafirên biçek ên bêmirov ên Îsraîlê, îro li başûrê Lubnanê hin bajarok bombebaran kirin ku agahiyên birîndarbûna hejmarek kesan têne belavkirin.

Medya Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarokê Wezanî yê li başûrê Lubnanê otomobîlek bombebaran kir ku ajokarê wê ji êrîşê rizgar bû.

Li aliyê din balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Yarûnê jî bombebaran kir û li gorî çavkaniyên herêmî hejmarek kes birîndar bûne.

Parve bike: