TR KU SO
FB X
Cîhan

Polonyayê, li dijî Rusyayê gaveke berevaniyê havêt

Ruken güler
Nivîskar
📅 19 berfanbar 2022 20:30

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Polonyayê Mariusz Blaszczak ragihand ku ew ê pergala parastina asîmanî ya Almanî Patriotê, li rojhilatê Polonyayê bi cih bikin.

Mariusz Blaszczak, ji radyoyeke xwecihî re ragihand ku piştî meha borî moşekek li rojhilatê Polonyayê ketibû û di encamê de 2 kesan canên xwe ji dest dabûn, hikûmeta Almanyayê Patriot pêşkêşî Varşovayê kiribû.

Blaszczak diyar kir ku ew hêvî dikin ku careke din rewşek wiha neqewime û got, 

"Batteries wê li herêma Lublin a li rojhilatê Polonyayê, li ser sînorê Ukraynayê bên bicihkirin.”

Wezîr Blaszczak bal kişand ku moşeka li axa Polonyayê ketibû, tenê çend çirke li qada asîmanî ya welêt mabû û got, 

"Ji ber vê yekê pêşîlêgirtina li qezayeke wiha pir zehmet e. Heke li Rojava bên bicihkirin, pergalên wiha dê bi bandortir bin.

Di 15ê Mijdarê de moşekeke nenas li gundê Przewodow ê li ser sînorê Polonya û Ukraynayê ketibû û di encamê de 2 kes hatibûn kuştin.

Parve bike: