Prensê Siûdî: Rapora CIAyê baweriyê nade
PeyamaKurd - Prensê Siûdî Turkî el-Faysal got, rapora Dezgeha Îstixbarata Amerîkayê (CIA) ya derbarê kuştina Cemal Kaşikcî de ku Prensê Welîehd Muhammed bin Salman tawanbar dike, baweriyê nade.
Berpirsê îstixbarata Erebistana Siûdî yê berê el-Faysal rapora CIAyê ku îdia dike, fermana kuştina Kaşikcî ji aliyê Muhammed bin Salman ve hatiye dayîn rexne kir û got, “Mirov nikare bibêje ku CIA di nirxandina xwe ya rastiya bûyerê de xwedî standardên bilind e. Gelek mînakên vê hene.”
Faysal raporên CIAyê yên derbarê “Li Iraqê hebûna çekên kîmyewî” bi bîr xist û got, “Ez meraq dikim gelo çima li pêş dadgehê hesab ji CIAyê nayê pirsîn. Bersiva min a bo bûyera konsûlxaneya Stenbolê ev e.”
CIAyê di rapora xwe ya derbarê kuştina Cemal Kaşîkcî de, gotibû dibe fermana kuştinê ji aliyê Prensê Welîehd Muhammed bin Salman ve hatiye dayîn.