Price: Dîplomasî rêbaza sereke ya rawestandina bernameya nukleerî ya Îranê ye
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price got, dîplomasî rêbaza sereke ya rawestandina bernameya nukleerî ya Îranê ye, lê eger Tehran rijd be, bijardeya wan a dawî tune.
Gotinên Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ên li ser bernameya nukleerî ya Îranê di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Telavîvê ya bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin re hat lidarxistin de bal kişand ser Washingtona paytextê Amerîkayê.
Daxuyaniyên Gallant ên di civîna çapemeniyê ya rojane de, "Gelo hûn jî bi heman leza Îsraîl di derbarê bernameya nukleerî ya Îranê de hest dikin?" Li ser vê pirsê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price da zanîn, ew bernameya nukleerî ya Îranê wek ceribandineke lezgîn qebûl dikin û pabend in bi sozên xwe yên ku rê nadin Îran çekên atomî bidest bixe.
“Em di wê baweriyê de ne ku rêya herî bi bandor a pêkanîna vê sozê dîplomasî ye. Çareseriya daîmî û verastkirî ji bo pirsgirêkên ku ji bernama nukleerî ya Îranê derdikevin, tenê bi rêya dîplomasiyê pêkan e. Dîplomasî wê her dem bijardeya me ya yekem be, lê eger di vî warî de alîyekî nerazî hebe wê dîplomasî nebe bijardeya me ya dawî.”
“Xuya ye ku hûn di lezûbeziyê de bi Israîlê re di heman fikrê de ne, lê rêbazên we cuda xuya dikin. Bi dîtina we helwestên we yên cuda derbarê Îsraîl û Îranê de hene? Li ser pirsê, Price bersiv da ku wan nêzîkatiya xwe bi Îsraîlê re di asta herî bilind de gotûbêj kiriye û ew nêrîna Îsraîlê ya di vê mijarê de dizanin.