TR KU SO
FB X
Cîhan

Pûtîn, Erdogan û Rûhanî lutkeya Sûriyê li dar dixin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2020 18:08

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku îro hersê serokên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi rêya vîdyokonferansê di formata Astana de civîneke berfireh li ser Sûriyê li dar dixin.

Peskov da xuyakirin ku lutkeya sêqolî li demjimêr 14:00 dest pê dike û axaftinên serokên hersê welatan Vladimîr Pûtîn, Erdogan û Hesen Rûhanî wê ji medyayê re vekirîbin.

Li gorî medya rûsî, Enqere di lutkeyê de wê bixwaze ku rêkeftina Soçiyê bi temamî were bicihanîn û vekirina qada asmanî ya Sûriyê jî yek ji daxwazên Erdogan e.

Parve bike: