Qesra Spî li ser Xezzeyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt diyar kir ku Serok Donald Trump û ekîba wî ji nêz ve bi pêvajoya agirbesta li Xezzeyê re eleqedar in û got, "Em dixwazin agirbesta li Xezzeyê bidome."
Berdevkê Qesra Spî Leavitt di civîna çapemeniyê de li ser mijarên heyî daxuyanî da û rewşa agirbesta li Xezzeyê jî nirxand.
Leavitt di bersiva pirsekê de diyar kir ku rêveberiya Trump bi têra xwe tevlî pêvajoyê bûye û Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Trump Steve Witkoff bi taybetî bi pêvajoya agirbestê re eleqedar e.
Berdevkê Amerîkayê got, "Em dizanin ku dema dawî ya qonaxa yekem a agirbestê (li Xezzeyê) nêzîk dibe. Loma jî Steve Witkoff wek min berê jî behs kiribû Trump bi xwe û ekîba wî bi baldarî bala xwe didin vê mijarê. Em dixwazin agirbest berdewam be. Serok eşkere kir ku ew dixwaze hemû girtiyên li Xezzeyê vegerin malên xwe."