Rapirsî: Di hilbijartinên Tirkiyeyê de tifaqa opozîsyonê li pês e
PeyamaKurd- Li gorî encamên rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya ALFê ya Lêkolîna Meyldariya Siyasî ya Berfanbara 2022yan ku ji bo hilbijartinên Tirkiyeyê hatiye kirin, xuya bû ku Tifaqa Milet a ji opozîsyona Tirkiyeyê pêk tê, derketiye pêş.
Li gorî hûrgiliyên li ser rapirsiyê hatin parvekirin, hevdîtin bi 2750 kesan re hatiye kirin û di navbera 20-25ê Berfanbarê de li 26 bajaran hatiye rêvebirin.
Li ser pirsa: “Heger vê yekşema bê hilbijartin çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiya siyasî? ev encam derketine holê:
Li gorî tifaqan:
Tifaqa Milet: Ji % 47,7
Tifaqa Cumhur: Ji % 37,6
Li gorî partiyan jî Ak Partî derket pêş û ev encam derketine holê:
AK Partî: Ji % 30,5
CHP: Ji % 27,3
İYİ Partî: Ji % 14,4
HDP: Ji % 9,1
MHP: Ji % 7,1,
Gelecek: Ji % 3
DEVA: Ji % 2,3
TDP: Ji % 2,1