Rayedarên Çîn û Amerîkayê, di asta bilind de civiyan
PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan û Rêveberê Ofîsa Komîsyona Têkiliyên Derve ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çînê (CCP) Wang Yi, li Viyanayê civîneke xeternak a di asta bilind de kir.
Li ser vê civîna ku li Awusturyayê di navbera Amerîka û Çînê de hat kirin, ji Koşka Spî daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Jake Sullivan û Wang Yi, di gulanê de li Viyanaya paytextê Awusturyayê civiyane.
Hat ragihandin ku Sullivan û Wang Yi, li ser mijarên sereke yên têkiliyên Amerîka û Çînê, mijarên ewlehiya cîhanî û herêmî, şerê Rusya û Ukraynayê û pirsgirêkên tengava Taywanê gotûbêj kirine û hat gotin ku hevdîtin bi awayekî dilsoz û di hawireke erênî de derbas bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser bingeha hevdîtina Serok Biden û Serok Xi ya li Balî ya Endonezyayê ya Mijdara 2022yan, alî li ser mijarên girîng ên stratejîk axivîne."
Civîna di navbera Sullivan û Wang de piştî qeyrana balonên sîxuriyê yên sibata borî, wekî yekem civîna di asta bilind de di navbera herdu welatan de hat tomarkirin.