Rejîma Îranê melayekî Kurd îdam kir yek jî desteser kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku rejîma Îranê melayekî Kurd ê bi navê Enwer Xizirî yê ji Mahabad a Rojhilatê Kurdistanê ku 15 sal in girtî bû vê sibehê li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê bidarve kir.
Ji heman doza Enwer Xizirî heta niha 4 mamosteyên olî yên Kurd hatine îdamkirin.
Melayekî din jî hate girtin
Herwiha melayekî din ê temen mezin ê mizgeftê li parêzgeha Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê piştî bangkirina dadgeha taybet a mamosteyên Hemedanê, ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hate girtin.
Hate ragihandin ku pêşnimêja mizgefta Îbrahîm Xelîlolah li bajarê Sine, Hisên Elîmoradî îro 1ê Gulanê piştî bangkirina dadgeha taybet a Hemedanê hatiye girtin.
Ew melayê Kurd, payîza borî ji aliyê dadgeha taybet a mamostayên bajarê Hemedanê ve, bi tohmeta “Rawestîna li dijî ewlehiya netew û propagandeya dijî Komara Îslamî ya Îranê, bi 16 mehên girtîgehê hatibû sizadan. Di dozeke din de jî dadgehê du sal cezayê girtîgehê lê birîbû.