TR KU SO
FB X
Cîhan

Rêveberiya Rojava hew behsa federalîzmê dike!

📅 21 tîrmeh 2018 04:27

PeyamaKurd - Di sêyemîn kongreya Encûmena Sûriya Demokratîk de û herwiha di encamnameya kongreyê de behsa “Federalizma Bakurê Sûriyê” nehatiye kirin. Lê li beramberî wê yekê jî zêdetirî carekê behsa sîstema “Nenavendî” li Sûriyê hatiye kirin.

Piştguhkirina sîstema federalî di kongreya Encûmena Sûriya Demokratîk de li cem gelek aliyan bûye cihê pirsê. Ji ber ku berê Encûmena Sûriya Demokratîk, TEV-DEMê û Rêveberiya Xweser sîstema Fedralîzma Bakurê Sûriyê ragihandibûn û niha jî behsa sîstemeke nenavendî li Sûriyê dikin.

Piştî destpêkirina krîza Sûriyê, gelek navên sîstemên desthilatdarî û rêveberiyê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, hatin kirin.

Demekê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li jêr sîbera desthilata Rêveberiya Xweser de behsa federalîzmê dihate kirin.

Lê Encûmena Sûriyeya Demokraîtk MSDê roja 16ê Tîrmeha 2018ê, li bajarê Tebqayê sêyemîn kongreya xwe di bin diruşma ‘Ber bi çareyeke siyasî û avakirina Sûriyeke nenavendî ya demokratîk’ de lidarxist.

Li sêyemîn kongireya Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê, herwiha di encamnameya vê kongireyê de, ne ji dûr ne ji nêzîk ve behsa federalîzmê nehate kirin. Li beramber vê yekê jî bêhtir ji carekê, di kongireyê de, behsa sîstema nenavendî hatiye kirin.

Sîstema federalîzmê, ku, di gotarên van aliyan de nehate behskirin bi şiroveya hin kesan kete rûpela qonaxeke bûrî û derbasbûyî.

Parve bike: