TR KU SO
FB X
Cîhan

Rewsa awarte bi dawî nabe, qismî radibe!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 12 tîrmeh 2018 14:07

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Tirkiyê rewşa awarte bi dawî nabe. Tenê qismî tê rakirin. Hikûmetê gotibû ku di 19ê Temûzê de rewşa awarte wê rabe.

Li gorî çapemeniya Tirkiyê hikûmet ji bo ku di cihê lazim de bi kar bîne, wê rewşa awarte ya qismî bîne.

Di civînê Recep Tayyip Erdogan de jî mijar hate rojevê. Hinek wekîlan got ku bila rewşa awarte dewam bike, lê belê hinek jî li dijî vê nêrînê sekinîn.

Li ser sîstema nû hê hûrgilî zelal nebûne. Lê belê teklîfek tê amadekirin ku li herêmekê bûyereke mezin qewimî; erka hikûmetê, wezîr, walî û qaymeqaman wê were zêdekirin.

Parve bike: