Cîhan
Rewsa Kovid-19 ê nexwese: 76 wefat û 22.291 pêketiyên nûh hene
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya rewşa Kovid-19 ê ya li Anedolê û Kurdistana Bakûr belav kir. Li gor tabloyê rewşa Kovid-19 ê ber bi haletekî xerab de diçe. Îro di 28 ê tîrmehê de 76 nexweş wefat kirine û 22.291 kes bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine. Rêjeyên li ser tabloyê wehanin:
257.474 test îro hatine kirin.
22.291 testên îro posîtîv derketine.
76 nexweş îro wefat kirine.
4.197 nexweş îro baş bûne.