TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya dîplomatekî Îngîltere dersînor dike

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 mijdar 2024 23:37

PeyamaKurd – Serwîsa Ewlehiya Federal ya Rûsya, dîplomatekî Îngîltere ku di balyozxana Moskovayê ya Îngîltere de dixebite û navê wî Wilkes Edward Pryor e, bi sedema ku xebatên îstîxbaratî (sîxwurî) dike, ragihan dku wê diplomat dersînor bikin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku kesê navborî di meha Tebaxê de, ketiye şûna dîplomatekî ku ji îstîxbarata Îngîltere de dixebitî û beyanên wî derew bûn. Akreditasyona wî hat betalkirin û divê di nav 2 hefteyan de terka Rûsyayê bike.

Parve bike: